Print this page

DAIŞ zarokek ber şîr kir qurbanê perwerdeyê

Rojava News: Rêxistina DAIŞ'ê li parêzgeha Selehedîna Iraqê, ji bo perwerdeya çekdarên xwe bombe bi zarokek ber şîr ve girê da û ew teqand.

 

Rêxistina DAIŞ’ê li parêzgeha Selehedîna Iraqê, ji bo perwerdeya çekdarên xwe bombe bi zarokek ber şîr ve girê da û ew teqand.

 

Serokê Civata Ewlekariya Diyala Sadiq Hisênî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku rêxistina DAIŞ’ê li navçeya Şegat a ser bi parêzgeha Selahadînê zarokek ber şîr kir qurbanê perwerdeya çekdarên xwe.

 

Sadiq Hisênî diyar kir ku ev zarok li ber çavê dehan çekdarî hatiye kuştin û bi armanca perwerdeyê ev kar hatiye kirin. Hisênî got ku bombe li laşê zarokê di pêçekê de hatiye girêdan û teqandin.

 

Hisênî got: ”Tawanên DAIŞ’ê yên li hember hemû beşên civakê bi dawî nabin. Ev rêxistina terorîstî destê xwe ji zarok, jin û pîr û kalan jî bernade. Bi vê awayî wehşîyane kuştina zarokê li ber şîr jî wêneyê vê rastiyê ye.”

 

Hisênî herwiha da zanîn ku bavê vê zarokê jî 10 roj berî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû kuştin.

 

Ji aliyê din ve Rewangeha Mafê Mirovan a Suriyê jî di rapora xwe ya dawî de got ku DAIŞ zarokên jêr 16 salî bo karên xwekujî bikartîne.

 

Rewangeh dibêje di van çend rojan da tenê 9 zarok li Çiyayê Kezwanan a Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên Kurd çalakiya xwekujî encam dane.