Rojava News: Hat zanîn ku rêjîma îslamî ya Îranê piştî îdamkirina du girtiyên siyasî yên kurd, heqdesta celladan jî ji malbata wan girtiyan standiye!
Girtiyên siyasî yên kurd ên bi navê Elî Efşarî û Hebîb Efşarî, ku birayên hev bûn, meha Sibata îsal ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hatibûn îdamkirin.
Li gorî malpera Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Sivîl li Îranê, Elî û Hebîb roja 19ê Sibata îsal ji girtîgeha Ormiyê hatibûn derxistin û bo cihekî nediyar hatibûn veguhestin, li gorî belgeya mirina wan ku ji malbatê re hatiye şandin, tê dîtin ku ew her du girtiyên kurd roja 20ê wê mehê hatine îdamkirin.
Li gorî nûçeyê, di heman belgeyê de hatiye ziman ku heqdesta celladan her wiha pereyê kindira ku pê hatine darvekirin jî ji malbata wan girtiyan hatiye standin.
Di belgeya mirinê de hatiye gotin ku serê her girtiyekî, 53 hezar tûmen (nêzîkî 12 dolar) ji malbatê hatiye wergirtin.
Hat zanîn ku rayedarên rêjîma îslamî cenazeyên wan girtiyan jî nedane malbata wan û ji malbatê re hatiye gotine, cenazeyên wan “bi awayekî veşartî” hatiye definkirin.
Elî û Hebîb Efşar, ku her yek ji wan zarokek wan heye, havîna 2009ê li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibûn girtin û bi tohmeta “şerê li dijî Xwedê – Muharebe” û endamtiya partiyeke kurdî bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.