RojavaNews :Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ragihand ku Îro 11 Temûzê Pêşmergeyên Kurdistanê çekdarên DAIŞê li Başîqa topbaran kirin û 9 çekdarên wê rêxistina tûndirew kuştin.
Wê çavkaniyê ragihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tûndî baregehê çekdarên DAIŞê bi topên Hawin û topên topxaneyê li ser çiyayê Başîqa li bakûrê Mûsilê topbaran kirin û di encam de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin birîndar kirin jî.”
Wê çavkaniyê berdewam kir û got: “Hêzên Pêşmergeyên Kuridtanê dixwazin nahiyeya Başîqa bi kontirolkirina çiyayê wê dorpêçbikin û li hawêr dorên wê belav bibin da ku rê li ber hemî êrîşên DAIŞê bigrin.”