Print this page

Pêşmergeyên Rojava bi hêvî ne ku serkeftinê xwe veguhezin Rojavayê Kurdistanê

RojavaNews :Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li heft xalên sereke li dijî DAIŞê rawestiyane. Ew hêza pêşmerge beşdarî hejmareke ji şerê giran li dijî çekdarên DAIŞê bûye û serkeftin bi dest ve aniye. Lewma ew li wê hêviyê ne wan serkeftinê xwe veguhezin Rojavayê Kurdistanê jî.

Abdulezîz Mihemed Pêşmergeyekê Rojavayê Kurdistanê gotiya ku wan li Çiyayê Zerdik li dijî rêxistina DAIŞê şer kirine çend xal li wê herêmê kontrol kirine.

Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê di wê baweriyê de ne wan destpêşxeriya êrişê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine. Derbarê vê yekê de jî pêşmergeyek bi navê Ibarhîm wiha got:

“Li hin ciha kîlometireyek û nîv di navbera me û DAIŞê de heye û em bersivê tund ser her livîneke wan didin.”

Pêşmergeyê bi navê Naraz jî dibêje hin şervan ji destpêka şerê rêxistina DAIŞê ve heta niha li sengeran şerî dikin.

Hêza Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, li Bendava Mûsilê û herêmên derdora wê li hemberî rêxistina DAIŞê şerî dikin.