Print this page

Biro: Tewafiqek navdewletî li ser pêwîstiya derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê heye

RojavaNews :Serokê Encumena Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro got ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê dê derbas bibin û tewafiqek navdewletî li ser pêwîstiya derbasbûna wan heye da ku komkujiyên din pêk neyên.

Serokê Encumena Kurdî li Sûriyê Ibrahîm Biro di programê Hevpeyvîn de li ser Kenala Zagrosê got:"Niha Hevpeymaniya Navdewletî û Herêma Kurdistanê û Encumena Niştîmaniya Kurdî kar li ser wê yekê dikin da ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegerin Kurdistana Sûriyê û tewafiqek navdewletî li ser pêwîstiya derbasbûna wan heye da ku komkujiyên din pêk neyên."