Print this page

Abidulhemîd Hac Derwîş li gel Serokê Herêma Kurdistanê civiya

RojavaNews : Îro li Selehdînê Sekrtêrê Partiya Demuqrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê Abidulhemîd  Hac Derwîş li gel  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî  civiya.

Malpera fermî ya Partiya Pêşverşû a Kurd li Sûriyê ragihand ku îro Sekrtêrê Partiya nav borî Abidulhemîd Hac Derwîş li gel  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barazanî li Selahedînê civiya û di civînêde herdû aliyan pêşhateyên herî dawî yên navçeyê bi giştî û yê rojavayê Kurdistanê bi taybetî gotûbêj kirin .

Li gor wê malberê serok berzanî û derwîş tekezî li ser  yek rêziya  Kurdî li dijî metirsiya terorê kirine  wek amajeyek ji rêxistina DAIŞê u girûpên tendirew re.

Herweha hevdîtina Sekertêrê Partiya Pêşverû digel Cemîl Bayk Serokê koma civakên Kurdistanê KCK , beşeke din ya wê hevdîtinê bo û têde Derwîş naveroka civîna xwe bi bayk re ji Serok Barzanî re eşkere kir.

Afiya Hacî