Print this page

Hesekê .. Balafirên hevpeymanyan li DAIŞê dan

RojavaNews :Balafirên hevpeymanyan li DAIŞê li başûrê rojavayê Hesekê dan.

‏Rewangeha Sûriyê a mafê mirovan ragihand: Balafirên hevpeymanyan şeve borî  erîşî çend navend û pargehên DAIŞê li ser riya spî li başûrê rojavayê Hesekê kir.

Li gorî Rewangehê:Balafirên hevpeymanyan deverên derdore fewc Elmêlebiyê bi giranî bombebarankir , lê nayê zanîn ke çend kuştî û birîndar hene.

Ji aliyekî din ve şer û pevçûn di navbere hêzên rêjîma Esed û rêxistina DAIŞê li derdora zindana Ehdase derket û di encam de DAIŞê destê xwe danî li ser zindana navborî.