Print this page

Dostekî pir dilsoz ji destê kurdan çû

RojavaNews : Serokê berê yê Rêxistina Ciwanên Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Demokrat (CDU) û Parlamanterê Almanya Philip Missfelder (35) ku dostekî nêzîk ê gelê kurd jiyana xwe ji dest da.

Fraksiyona Partiya CDUyê di Parlamentoya Almanyayê de îro di daxuyaniyekê de ragihand: “Philip Missfelder ku yek ji wan xortên ku hêviyeke mezin li ser wan e, ji nişkê e jiyana xwe ji dest da.”

Philip Missfelder sala 1979 li bajarê Gelsenkirchen ji dayik bûye. Hevjîn û 2 keçên xwe li şûna xwe hiştin. Di xortaniya xwe de kursiyeke girîng di nava pariya desthilatdar a Angela Merkel de wergirtibû.

Missfelder di çend salên borî de, çendîn car serdana Kurdistanê kiribû û pêwendiyên wî bi hêzên Başûrê Kurdistanê re hebûn. Ew yek ji parlamenterên ku deng û pirsa kurdî gehandiye nav Parlamentoya Almanyayê.

Ji aliyê pirsa şandina çekan û alîkariya Hêzên Pêşmerge ji aliyê perwerdeya leşkerî, Philip Missfelder parêzerekî dilsoz bo vê mijarê bû.