Rojava News: Li bajarê Hesekê, şer û pevçûn di navbera hêzên Kurd û DAIŞê de didome û 4 cih ji destê DAIŞê derxist.
Li gorî agahiyan; di encama operasyonê de Medresa Ajotinê, avahiya Resafe, avahiya Kareba û Girtîgeha Ehdasan ji destê DAIŞê hatin derxistin û 12 kuştiyên DAIŞê jî li erdê man.
Hat gotin ku çekdarên DAIŞê ji devera şer reviyan û berê xwe dan gundê Dûlab Hiwêsê li rojavayê Hesekê..
Şer û pevçûn heta niha jî didome.