RojavaNews : TEVDEM ragihand ku YPG dê derbasî Reqayê bibe ji ber ku meydana xebata wê ne tenê li rojavayê kurdustanê ya.
endama komîteya cîbicîkar ya TEVDEMê Elham Ahemd di hevpeyvînekê de li gel rojnameyeke nêzîkî PYD ve ragihand ku ypg dê li gel çend ketîbeyên artêşa azad şerê DAIŞê li Reqayê bikin da ku wî bajarî kontirol bike û got ku ji mafê ypg ye ku li ser tevahiya axa sûriyê şer bike.
Elham Ahemd enî ziman ji ber ku ypg ne tenê ji bo parastina kurda ne ,mafê wê ye ku lê Şamê û Helebê jî şer bikin û got eger pêwîstî hebe ypg dê li şamê jî şerê tûnderwan bike.
Navborî eşkere kir ku avakirina dewleteke kurdî ne di sitratejiya me de ya.
Nalîn Hesen