Print this page

Hesekê..Di encama şer û pevçûnan de 170 kes hatin kuştin

RojavaNews :Di encama şer û pevçûnên li bajarê Hesekê ji 25 meha borî de qewîmîbû 170 kes hatin kuştin

Rawangeha Sûriyê ya mafên mirovan duh  ragihand ku di encama şerê di navbera DAIŞê ji aliyekî de û hêzên rêjîma Esed û alîgirên wê ji aliyekî din ve li Hesekê 170 kes hatin kuştin

li gorî rawangehê ji destpêka şer li Hesekê DAIŞê herî kêm 17 otombîlên bombekirî li bajêr û derdora wê teqandin

rawangehê tekez kir ku di encama şer û pevçûnan û topbarankirinê di navbera DAIŞê û Hêzên rêjîmê her kêm 100 leşker ji hêza rêjîmê mirin û bi sedan ji birîndarbûn ,her wiha 70 çekdar ji rêxistina dewletê DAIŞê hatin kuştin , ku di nava wan 15 zarokên teman biçûk hene

ji 25-6-2015 DAÎŞê erîş bir ser bajarê Hesekê û hindek taxên bajêr kontirol kirin ji ber wê bi sedhezaran ji xelkê wî bajarî koçber û derbederbûn 

Nalîn Hesen