Rojava News: Serokê komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebce diyar kir ku wan ji bo şopandina rewşa Meryem û zarokên wenda yên Helebce bi Serokê paralmentoyê re lihev civiyane û biryare parlamento rewşê ji nêz ve bişopîne.
Serokê komeleya qurbaniyên kîmyabarana Helebce, Loqman Ebdulqadir ragihand ku komeleya wan û navenda mafê mirov a Helebcê serdana serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê kirine.
Loqman Ebdulqadir herwiha dazanîn ku serokê parlamentoyê jî soz daye ku ewê rewşa Meryem Barûtçiyan û zarokên wenda yên Helebce lêkolîn bikin.
Meryem Barûtçiyan yek ji wan zarokên wenda ya Helebce ye ku di dema komkkujiya Helebce de wenda dibe û ligel malabatek Îranî mezin dibe. Piştî 27 salan vegeriya Helebce lê hêjî malabta wê nehatiye dîtin. Ne tenê Meryem hêjî gelek zarok hene ku di dema komkujiyê de wenda bûne û malbat ji çarenûsa wan digere.