Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Gotûbêj baştirîn rê ye bo çareseriya pirsgirêkan di navbera welatên cîhanê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyame xwe de dibêje; Bi boneya rêkeftina navbera welatên 5+1 û Komara Islamiya Îranê li ser pirsa otmomiya Îranê, em pîrozbahiyê li rêber û serokatî û gelê Îranê dikin û hêvîdarin ku ev rêkeftin pêngava pêşî be ji bo bihêzkirina hevkarî û aştiyê di navbera welatên cîhanê de bo berjewndiyên mirovatiyê.
Herweha di peyamê de hatiye ku; Ev rêkeftin wê yekê nîşan dide ku ku gotûbêj baştirîn rê ye bo avakirina rêkeftinan di navbera welatên cîhanê de, bi vê boneyê rêz ji bo hemî şandeyên ku alîkariya Netweyên Yekbûyî dikirin di rêka dirûskirina aştiyê li cîhanê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Berzanî got; Herwiha di vê derbarê de em tekeziyê li ser peywendiyên xwe yên dostane li gel Komara Islamiya Îranê dikin herwiha em tekez dikin dê ev rêkeftin bibe sedema hevkarî û pêwendiyên bi hêztir navbera Herêma Kurdistan û Îranê de di hemî waran de.