Rojava News: Hate zanîn ku rêxistina DAIŞ'ê li bajarê Musilê ji ber hewldane ji şer birevin, 14 çekdarên xwe kuşt. Tê gotin ku ji van çekdaran 2 kes jî bi rêgez Kurd in.
Li gor zanyariyên ji malpera Bas newsê hatine girtin; her 14 çekdar jî ji aliyê rêxistinê ve hatine gulebaran kirin. Memûzînî da zanîn ku ji van çekdaran 2 jê bi rêgez Kurdê Rojava bûn û pileya wan ”emîr” bû.
Navê wan kesan jî Ebû Ebdurehman Kurdî û Ebû Şewketê Kurdî ne.
DAIŞ’ê beriya niha jî gelek endamên xwe ji ber ji şer revîne, gulebaran kiriye.