RojavaNews :Hunermenda Kurd Narîna Kurdî, di nûtirîn berhema xwe ya hunerî de stranek li ser ”Polîsên Kurdistanê” dibêje û di klîbê de jî xwe dike polîs.
Hunermend Narîna Kurdî, di nûtirîn klîba xwe de stranek li ser ”Polîsên Kurdistanê” tomar dike. Karê amadekirina klîbê jî ber bi dawî hatiye û biryare ku di demek nêzîk de ev klîb bê belavkirin.
Derbarê berhema nû ya hunermenda Kurd de Şoreşvan Sedîq Şero ku karê derhênana vê klîbê dike got: ”Karek profesyonelî hate kirin û wê di demek nêzîk de klîp bê ber ekranan.”
Navborî got awazê vê stranê yê İmad Elî ye, gotin jî ji helbesta Edîb Çelkî hatiye hunandin.
Karê amadekariya klîbê jî li bajarê Hewlêrê hatiye kirin.