Print this page

Îstîxbarata Îranê gefan li Barzanî dixwe

 

 

Rojava News: Hate gotin ku berpirsek ji îstixbarata Îranê li Hewlêrê gotiye ku qaşo heger Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî alîkariyê bide partiyên Kurd ên Rojhilatê 

Hate gotin ku berpirsek ji Îtlaata îstixbarata Îranê ya Koşka Serokomariyê yê bi navê Salih Silehşor ku bi navê rojnamevanîhatiye Hewlêrê, di axavtinên xwe de ligel devrûbera xwe, gef li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, xwariye.

 

Derbarê vê yekê de Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (Şûî) Zîrek Kemal ji BasNews re got ku ev kesê bi navê Salih Şilehşor ku endamê Îtlaatê bûye û xwe weke rojnamevan nasandiye, hatiye hevdîtina wî û gotiye ku ”Barzanî niha alîkarî dide partiyên Kurd yên rojhilat û hêdî hêdî wan ji bo şer dişîne nav axa Îranê. Heger wesa berdewam bike dê Îran şer bibe nav mala wî.”

 

Kemal her wiha got ku Silehşor gotiye: ”Daxuyanî û helwesta Mesûd Barzanî ya ji bo şandina Pêşmerge bo Kobanê hemû fêl û fen in. Bi van fêl û fenan Pêşmergeyên xwe li ser axa Tirkiyê re şandine Kobanê. Bi vê awayî rayagiştî ya cîhanê xeletand. Barzanî ji aliyekê ve xwe weke dostê Tirkiyê dide nasîn lê ji aliyê din ve jî, ji bin ve pêwendiyan ligel PKK û dijminên Tirkiyê saz dike. Celel Talabanî jî wesa dikir. Ligel Îranê dostanî dikir lê di jêr de jî alîkariya dijminên Îranê dikir.”

 

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Komunîst Zîrek Kemal got ku di dawiya axaftinên xwe de vî berpirsê Îranî gotiye: ”Kobanê Kobanê ye, Mahabad Mahabad e, Hewlêr jî Hewlêr e û her yek ji ya din cûda ye. Heger Barzanî di van kiryarên xwe de berdewam be dê Tirkiye û Îran şer bînin Hewlêrê û bixin nav mala Barzanî.”

 

Zîrek Kemal di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku welatên li herêmê ji bo berjewendiyên xwe amadene her gavê nakokî û tevlêheviyan bixin nav axa Kurdistanê û xwest ku hemû hêzên Kurdistanî li beramber van kiryaran hişyar bin.

 

Hêjayê gotinê ye ku wezîrê berê yê enformasyonê yê Urdunê Salih Qelab jî beriya niha di gotarek xwe ya di rojnameya Şarqil Ewsed de diyar kiribû ku Îran hewl dide Barzanî ji erk û karê xwe dûr bixe.

 

Qelab gotibû ku Barzanî li herêmê li gor berjewendiyên Îranê tevnagere lewra Îran ji berpirsên YNK’ê dixwaze ku li dijî Barzanî helwestê bigrin.