Print this page

Mesûd Barzanî seredana fermandeyên li eniya şerî dike

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje, qurbandayîna gelê kurd ne ji bo ku kurd bin dest biminî ye û ew dê ti caran stûyê xwe li hemberî kesî xwar nekin. 

 

Mesûd Barzanî îro bi mebesta pîrozkirina cejnê û agahdarbûna ji rewşa birûbûna DAIŞê li Eniya Rojhilat û Rojavayê Dîcle û Eniya Başîk, Eniya Xazir û Bendaava Mûsilê serdana Hêzên Pêşmerge kir.

 

Li vê serdanê de Barzanî ji aliyê berpirsên eniyên şerî û fermadeyên pêşmerge ve û hat pêşwazî kirin.

 

Barzanî  daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kir bi hûrgiliyê ve erkên xwe yê parastina Kurdistanê bi cîh bikin û got, nabê gengeşeya hizb û partiyan bandora xwe li ser Pêşmerge bike, ji ber ku hebûna gengeşeya siyasî di nav aliyan de asayiye û ev gengeşe her çawa be axaftina dawî dê ya gel be.

 

Barzanî  ragihand ku ewên behsa dû îdareyiyê dikin diyar e ders û pend ji dîrokê wernagirin, ew hemû xebat û qurbandanîna gelê me ji bo ewe nebuye Kurdistan bê dabeş kirin û nabê bi xeyal jî hizra wê bikin û kes nikarê Herêma Kurdistanê perçe bike.

 

Barzanî berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek sosret e ku kurd ew qasî nêzîkî lutkeya serkefrinê bûne, hinek kes hebin behsa dû îdareyî bikin. Dilniya me xelkê Kurdistanê bersîva wan dide.”

 

 

Herwiha Barzanî tekez li wê yekê kir ku êş û qurbandayîna gelê  kurd ne ji bo kurd bin dest bin dane û wiha domand: “Dijminên gelê me destê xwe ji hîç tawanek neparastiye û her çî bi wan hatibe kirine, lê belê nekarîne îradeya gelê me bişkînin. Ji bo wê yekê nabê êdî gelê me di wê êşê de bijî û bi agirê xelkekî din bişewite. Divê baweriya me bi xwe hebê û gelê me ji wan êşan bê rizgar kirin. Em di navbera serbixweyî û stûxwarkirnê de ne û lê em dê ti caran stûxwarkirinê hilnabijêrîn."

 

Li serdena xwe de Barzanî serdana hêzên Pêşmergeyên li Bendava Musilê kir û ji bilî pîrozbahiya cejnê, destxweşiyê li pêşmergeyên parastina wê bendavê dikin kir û hin şîret li fermandeyên pêşmerge kir.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir ku berdevekê Tevgera Goranê ye di bernameya Ligel Renj a radyo û televizyona Rûdawê de ragihandibû: “Hikûmet cudahiyê di navbera parêzgehan de dike, benzîn li Hewlêrê heye û li Silêmaniyê nine, kehreba li Hewlêrê baş kirine û li Silêmaniyê nine. Ez hêvîdarim ku wisa lê neyê ku careke din em daxwaza herêmeke serbixwe ji Silêmaniyê re bikin.”