Print this page

Li Şingalê di encama êrîşekê de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

RojavaNews : Çekdarên DAIŞê êrîşek birin ser sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Herdan, Hêzên Pêşmerge ew êrîş têkşikandin û bêhtir ji 9 çekdarên DAIŞê jî kuştin.

Fermanderê Pêşmergeyên Kurdên Êzidî li Şingalê “Qasim Şeşo” ji ragihand ku: “Duh 18 Temûzê çekdarên DAIŞê êrîşî sengerên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Herdan li bakurê bajarê Şingalê kirin, lê belê Pêşmergeyan êrîşa wan têkşikandin.”

Her wiha navborî amaje bi wê yekê jî kir: “Di encama vê êrîşê de bêhtir ji 9 çekdarên DAIŞê bi destê Pêşmergeyên Kurdistanê hatin kuştin.”