RojavaNews :Rûsyayê eşkere kir, ji ber ku Pêşmerge hêzeke “ne fermî” ye ew nikarin çek bidin Pêşmerge û got, peywendî me tenê bi dewleta Iraqê re ye.
Balyozê Rûsya li Netewên Yekbûyî, Vîtalî Çurkî li ser sedeme vê yekê eşker kir, em ji ber wê yekê alîkariya Pêşmerge nakin çimkî Pêşmerge hêzeke ne fermî ye û ragihand, peywendî me tenê bi dewleta Iraqê re ye.
Ev saleke zêdetir Pêşmergeyên Kurdistan , şerê çekdarên DAIŞê dikin û gellek welatên mezin ên cîhanê bi taybet Amerîka, Almanya û Fransayê alîkariyê didin wan, lê heta niha Rûsyayê ti çek û alîkariyeke leşkerî nedaye hêzên kurdî.