Print this page

PDK teqîna pirsûsê şermezar kir

RojavaNews: Firekesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di perlementoya Kurdistanê de piştî teqîna bajarê Pirsûsê ser bi parêzgeha Orfa ve li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û teqîna Pirsûsê şermezarkir.

Kopiyek ji vê daxuyaniyê RojavaNews re hate şandin, û têde hat :

Mixabin îro di encama teqîna têrorîstî li navenda rewşenbîriya bajarê Pirsûsê ser pi parêzgeha Orfa bi dehan welatiyên bê guneh şehîd û birîndar bûn.

Em wek firekesyona PDKê di perlementoya Kurdistanê de bi tundî teqîna hovane a îro şermezardikin, diheman demê de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji xwedayê mezin hêvîdikin ku aramiyê têxe dilê malbatên qurbaniyan û şehîdên vê teqîneya bi buhşta xwe şabike, herwiha em çareserî û silametiyê ji birîndaran re dixwazin.

Firekesyona PDK di perlementoya Kurdistanê de

 

20.07.2015