Print this page

Hejmara kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da ne derket 31’an

Rojava News: Di êrîşa bombeyî ya xwekujî ya Pirsûsê li hemberî endamên SGDF'ê yên dixwastin derbasî Kobanê bibin de 10 jin 20 zilam 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

 

Di êrîşa bombeyî ya xwekujî ya di dema endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo ji nûve avakirina Kobanê bibin hatin Pirsûsê de pêk hatî 10 jin 20 zilam bi giştî 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

 

Di komkujiyê de li cihê bûyerê 23 kesan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 6 kesan û kesekî jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê jiyana xwe ji dest dan.

 

Ji kesên jiyana xwe ji dest dan ên navên wan hatin zanîn wisa ne: Koray Çapoğlu, Cebrail Günebakan, Uğur Özkan, Nurten Kılıç, Veysel Ozdemir, Yunus Emre Şen, Nazegül Boyraz, Kasım Dedrem, Alper Sapan, Olcan Pirinç, Ferdane Kılıç, Hatice Ezgi Sadet.

 

Hate zanîn ku di êrîşê de 76 kes jî birîndarbûn e. Ji kesên birîndar 34 kes li ser piyan hatin dermankirin û ji nexweşxaneyê derketin, 22 kes li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jî dermankirina wan didome.