Rojava News: Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş derbarê êrîşa li Pîrsûsê got: ''Mijara herî girig eve. Divê êdî gelê me bixwe tevdîrên xwe yên ewlekariyê bistîne. Divê tevajî şaxên bajar û navçeyan ên partiyame xwe biparêzin.''
Di teqîna dohî ya danê nîvro li navçeya Pîrsûs a Urfayê de 30 kesan jiyana xwe jidest dabû û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bibûn.
Hevserokê HDP’ê Selahattin Demirtaş beşdarê televizyona Med Nûçe bû û hişk axivî. Demirtaş got: ”Mijara herî girig eve. Divê êdî gelê me bixwe tevdîrên xwe yên ewlekariyê bistîne. Divê tevajî şaxên bajar û navçeyan ên partiyame xwe biparêzin. Asayîş baş dizane ka li wê derê kî/kê hene. Jiber ku hemû kesên li wê derê têne zanîn. Bila ti kesan nexapînin. Dewlet dizana ka dê kî/kê bê wê derê. Rojên wisa pir giringin. Emê di civîna Desteya Navendî de van mijaran binirxînin.”
Hevserokatiya HDP’ê jî êrîş şermezar kir
Ji aliyê din ve hevserokên HDP’ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag bi daxuyaniyek nivîskî êrîş bi tundî şermezar kirin. Hevserokan bang li gel kirin ku di bloka aştî ya li dijî DAIŞ’ê de bêne gelhev.