Print this page

Keçika Dersîmî bi tena serê xwe komkujiya Sirûcê şermezar kir

Rojava News: Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, keçikekê bi tena serê xwe  li ber avahiya Partiya Dad û Geşedan (AK Partî) rûnişt û teqîna Sirûcê protesto kir.

 

Duh danê êvarê keçikek bi navê Nesrîn li ber avahiya AK Partiyê ya li taxa Sîhengê ya Dêrsimê, bi boneya protestokirina komkujiya Sirûcê qasî demjimêr û nîvê bi vekirina pankartekê çalakiya rûniştinê li dar xist.

 

Li ser pankarta wê çalakvanê wiha hatibû nivîsandin: “Duh li Amedê îro li Sirûcê, ya ku dikuje jî AKP ye. Emê hesabên komkujiyan bixwazin… Bereya Gel a Dêrsimê”.