Print this page

Barzanî netewperstên tirk hêrs kir

 

Rojava News : Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê teqîna Pirsûsê de, bûye sedema hêrsbûna tirkên netewperest.

 

Saziya Sedsala 21an ku saziyeyeke girêdayî Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê (MHP) ye, rexne li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî girt, ji ber ku di daxuyaniya xwe de peyva “Bakûrê Kurdistanê” bi kar aniye.

 

Her li ser daxuyaniya Barzanî, nivîskareka netewperst a tirk jî pirsyar ew pirsyar kiriye: “Çima Barzanî kiryarên PKKê şermezar nake?”

 

Nivîskara netewperst a tirk Muyeser Yildiz di nivîseke xwe ya piştî teqîna navçeya Pirsûsê de ragihandiye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyvên “Pirsûs” û “Bakûrê Kurdistanê” di daxuyaniya  xwe de bi kar anîne, ku li gor gotina wî nivîskarê tirk gerek wisa neba.

 

Muyeser Yildiz herwiha di nivîsa xwe de hêrbûna xwe ji daxuyaniya Barzanî ya derbarê teqîna Pirsûsê de tîne ziman û dibêje: “Ti cihên bi wan navan tine ne.” Mebesta Yildiz her du navên Pirsûs û Bakûrê Kurdistanê ne ku Barzanî di daxuaniya xwe de bi kar anîbûn.

 

Pirsûs navê kurdî yê navçeya Sirûcê ya girêdayî parêzgeha Rihayê ye û li ser sînorê herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê ye. Dewleta Tirkiyeyê navê wê navçeyê wek gelek herêm, navçe û gundên li Bakûrê Kurdistanê guhertiye û navê bi fermî kiriye Sirûc.

 

Duh teqînek xwekujî li Navneda Çand û Huner a Amara li navçeya Pirsûsê li Bakûrê Kurdistanê qewimî û li gor agahiyan piştrastkirî heya niha di encama wê teqînê de 32 kes şehîd bûn û 104 kes jî birîndar bûn.

 

Piştî teqînê jî Serokatiya Herêma Kurdistanê ew teqîn bi tundî şermezar kiribû û ragihandibû, ew bûyer destpêka têkçûna çekdarên DAIŞê ye.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê duh di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Îro bûyereke terorîstî li Navenda Çandê ya Xortan li bajarokê Pirsûsa ser bi Riha (Urfa)ya Bakûrê Kurdistanê rû da û ew bûyer bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek hemwelatiyên wê navçeyê.”

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatibû gotin: “Em gellekî bi tundî wî karê nemirovane û hovane şermezar dikin. Sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên vê bûyerê dixwazîn, herwiha hevxemiya xwe bo xuşk û birayên xwe yên li Bakur radigihînin.”

 

Daxuyanî wiha anîbû ziman: “Tawana şehîdkirina welatiyan û pêkanîna karên hovane, nîşana şikesta terorîstan e, ku li dijî hemû bihayekî mirovî û olî ne. Em ji wê yekê jî piştrast in ku karên terorîstî yên bi vî awayî îradeya hemû aliyekî bihêztir dike bo jinavbirin û têkşikandina terorîstan.

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Serkeftin ji gelê Kurdistanê û şikestin û serşorî jî ji terorîstan û dijminên mirovayetiyê re ye.”