RojavaNews :Hêzên pêşmerge êrîşeke terorîstan li devera Başîqê pûç kirin.
Di vê derbarê de Fermandarê mihwera Başîq Hemîd Efendî ragehand ku şeva derbasbûyî terorîstên DAIŞê xwestin êrîşî ser hêzên pêşmerge li mihwera Başîqê bikin lê belê hêzên pêşmerge bi tundî bersiva terorîstan dan û êrîşa terorîstan pûç kirin.
Efendî eşkere kir ku piştî êrîşa han belefirên hevpeymanan çend cêyên terorîstan li derdorê gundê Xirab bordiman kir û di encama bordimana han de bi dehan terorîst hatine kuştin