Rojava News: Bi sedema bordûmana firokeyên cengî yên Hevpeymaniya Navdewletî Emîrekî Kurd di nav çekdarên DAIŞê de hat kuştin.
Li gor nuçeya Basnewsê; 22 Temûzê firokeyên cengî yên Hevpeymaniya navdewletî bi tundî kombûnek çekdarên DAIŞê li taxa “Mûsena” li rojhilatê bajarê Mûsilê bordûman kirin.
Di encama vê bordûmanê de baregehek DAIŞê hate rûxandin, 3 serkirdeyên wan û 7 çekdar jî hatin kuştin, yek ji wan Kurde bi navê “Ebû Îmad Elkurdî” û pileya wî di nav çekdarên DAIŞê de Emîr bû.