Print this page

Tûrikyê: deryê kampa Afad hat girtin Û wepêşandanek li dijî penaberên sûriyê hat lidarxistin

RojavaNews :Li bajarê Pirsûsê yê bakûrê kurdistanê hêzên tûrikyê deryê kampa Afad girtin û çûn û hatin lê qedexekirin, her wiha av jî ji wê kampê hatiye birîn

Malpera  bas news ev nûçe belav kiriye û li ser zarê yek ji penaberên ku li wê kampê dimîne daye zanîn ku ji  roja sêşemê ve hêzên tûrikyê çûn û hatin li kampa Afadê qedexekirine ta demeke ne destinîşankirî ta ku ew penaber beşdarî xwepêşandanên tên lidarxistin ji bo teqîna pirsûsê nebin

Her wiha  daye zanîn ku av jî li ser wê kampê hatiye birîn û pêdiviyên xwarinê jî gelek kêm bûne û rewşa penaberan li wê kampê alozbûye

li alyekî din xwepêşandanek li bajarê Wêran Şehrê hat lidarxistin ku tê de xwestine penaberên Sûrî ji wî bajarî derkevin û di encam de penaberkî sûriyê hat birîndarkirin, û xwepşanderan gotin eger penaberên sûriyê bi maweya deh rojan ji wî bajarî dernekevin ewê malên wan bişewtînin.