Rojava News: Balafirên Tirkiyeyê li çend navçeyên Başûrê Kurdistanê êrişî baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kirin.
Li gor agahiyan, balafirên Tirkiyeyê îşev di saet 23:00 an de li gor dema Hewlêrê, êrişa xwe bo ser navendên PKKê dest pê kirin.
Berî niha bi demekê balafirên Tirkiyeyê baregehên PKKê li bajarokê Dêrelokê û herwiha li çiyayê Korejar û çiyayê Gelî Segelî li navçeya Amêdî li parêzgeha Dihokê li Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.”
Li gor hatiye zanîn 9 F-16 balafirên Tirkiyeyê li esmanê navçeyê digerin û baregehên PKKê yên li deverê bombebaran dikin.
Li gor agahiyan, balafiran jibilî çiyayê Kurejar û çiyayê Gelî Sergelî, li Bergarê, Zap, Metîna, Avaşîn û Heftenînê jî êrişê PKKê kirin û cihên wan bombebaran kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê ve, 2 balafirên şer ên Tirkiyeyê li herêma Zapê li gerîlayên PKKê dan û li Bergare jî 4 balafiran êrişî navendên PKKê kirin.
Li gor agahiyan, li navçeyê dengê çekan tê û gerîlayên PKKê bi çekên giran bersiva êrişa balafirên Tirkiyeyê didin.