Print this page

Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Amerîka kir

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter behsa hemahengiya Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan, alîkariya DYA bo Pêşmerge û rewşa şerê DAIŞ'ê kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter behsa hemahengiya Hêzên Pêşmerge û hevpeymanan, alîkariya DYA bo Pêşmerge û rewşa şerê DAIŞ’ê kirin.

 

Îor li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Berevanîya Amerîka Ashton Carter û şandekî li gel kir. Di şanda Amerîkî de Balyozê Amerîka li Iraq Stuart Jones û Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek berpirs û şêwirmendên artêşê û Wezareta Bergiriya Amerîka pêkhatibûn.

 

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Wezîrê Berevaniya Amerîka Carter spasiya hemahengî û karê hevbeş kir ku li navbera Artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge da heye û bi karekî mînakî û serketî wesif kir. Carter her wiha sersamiya xwe jî bi azayetî û jêhatiya Pêşmerge li şerê dijî DAIŞ’ê û serkirdayetîkirin û birêvebirina vê şerî de nîşanda.

 

Wezîrê Berevaniya Amerîka pabendbûna welatê xwe ya ji bo alîkariya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û her wiha dabînkirina çek û pêdiviyên leşkerî de dûbarekir û hevpeymaniya di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka bi hevbeşiyekî mezin ya berqerarkirina aştiya li navçeyê de da zanîn.

 

Ji aliyê din ve Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî jî spasiya gel û Serok û Hikûmet û Artêşa Amerîkayê kir ku palpiştê Herêma Kurdistanê bûne. Barzanî got: ”Bi karên hevbeş li hember terorîstan me karî serkeftinên mezin bi dest bînîn.”

 

Barzanî rizamendiya xwe jî li asta hemahengiya di navbera Artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmerge de nîşan da ku gelek deqîq û hur bûye bi cûreyek ku heta niha tu ziyanek bi xelkê sîvîl negihîştiye.

 

Di dirêjahiya axaftina xwe de Barzanî ronahî xiste ser şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞ’ê û got: ”Ji bo me cihê şanaziye Pêşmerge bi nûnerayetiya cîhanê şerê terorê dike û li gel eve jî ev şer ne tenê şerê aliyeke li gel terorê, belku şerê hemû aliyane. Ji bo wê yekê bi karê hevbeş û pêkveyî dikare bê encamdan û serketinên gelek baş bi dest bînin.”

 

Di civînê de behsa çawaniya bilindkirina hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Amerîka û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge kirin û plana azadkirina bajarê Musilê û têkşikandina terorîstên DAIŞ li Sûriye jî hatine guftûgokirin.

 

Di derbarê proseya azadkirina Musilê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî balkişande ser qonaxa piştî azadkirina Musilê û dubarekir ku li ber çav girtina rewşa demografiya Musilê pêwîste dilniyayiyekî tevahî bi pêkhatên neteweyî û olî yên Musêlê bidin ku êdî rastê karesat û nehametiyan nebin û maf û daxwaziyên wan bêne mîsoger kirin.

 

Di derbarê rûbirûbûna DAIŞ’ê li Sûriyê de jî Barzanî balkişande ser wê yekê ku li dijayetîkirina terorê de rewşa Iraq û Sûriye bi pêkve hatiye girêdan û pêwîste li herdu cihan DAIŞ’ê têkbişkînin û ji nav bibin. Barzanî ji bo şanda mêhvan got ku nabê ti aliyek terorê weke karta siyasî li dijî aliyên din bi kar bîne ji ber ku cara dawî agir û ziyanên terorê li ber wan bi xwe jî dikeve.

 

Di hevdîtinê de Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Birîkarê Wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman û Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê Ce’fer Şêx Mistefa û Ferîq Şêrwan Abdulrehman û Ferîq Cebar Yawer amade bûn.