Rojava News: Li navçeya Şemzînanê ya girêdayî parêzgeha Colemêrgê li Bakûrê Kurdistanê êrişî hêzên polîsê Tirkiyeyê hat kirin.
İşev derengiya şevê çend kesên nenaskirî bi bombeyên destî êrişî otomobîla zirêhî ya polîse Tirkiyeyê ya ji curê TOMA kirin. Hat zanîn, di encama wê êrişê de 3 polîsên tirk hatine birîndarkirin.
Li gor ragihandinê, birîna yek ji polîsan dijwar e û ji ber rewşa xirab a saxlemiya wî, ew rakirin nexweşxaneya dewletê ya li Geverê.
Piştî bûyerê, hêzên polîs û ewlehiyê yên Tirkiyeyê gihîştin cihê êrişê û dever dorpêç kirin û dest bi operasyoneke berfireh kirin.