Print this page

Di êrîşa balafirên Tirkiyê de ‘20 gerîla’ şehîd û birîndar bûne

Rojava News: Rêya geliyê Bainde li devera Nêrve-Rêkanê li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê ji ber êrişên balafirên Tirkiyê hat girtin. Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, tê gotin ku heta niha “20 şehîd û birîndarên PKKê” li wê deverê hene.

 

Êrişên hewayî yên Tirkiyê ji duh ve heta niha li dijî hêzên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didome.

 

Hat zanîn ku heta niha 4 sivîlên wê devera Başûrê Kurdistanê li ber êrişa balafirên Tirkiyê ketine û birîndar bûne…