Rojava News: Biryare îro danê êvarî li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandan li dijî êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê yên li ser kamp û pêgehên gerîlayên PKK’ê bêne sazkirin.
Xelkê Hewlêr û Silêmaniyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û pêgehên gerîlayên PKK’ê îro derdikevin kolanan.
Derbarê mijarê de Cîgirê Seroka Tevgeran Jinên Kurdistanê Tara Hisên ji BasNews re axivî û got ku îro danê êvarî demjimêr 17:00 de li ber parka Samî Abdurahman xwepêşandanekî saz dikin û êrîşa hikûmeta Tirkiyê şermezar dikin.
Tara derbarê êrîşan de jî axivî û got: ”Di encama bombebarana firokeyên artêşa Tirk de 4 gerîla şehîd bûne, 11 gerîla jî birîndar bûne. Her wiha hemwelatî jî birîndar bûne û zerar û ziyan gehiştiye wan. Me navê ev êrîş berdewam bikin. Jiber vê emê helwesta xwe derbibrin.”
Ji aliyê din ve hate zanîn ku wê îro danê êvarî li bajarê Silêmaniyê jî li dijî êrîşan xwepêşandan bêne sazkirin. Ji bo xelk beşdarî xwepêşandanan bike bangawazî têne kirin.
Li salên borî jî xelkê herêma Kurdistanê li dijî êrîşên artêşa Tirk xwepêşandan lidarxistibûn.