Print this page

‘Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’

 

Rojava News: Hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwendiya telefonî de ji Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu xwestiye ku êrîşên hewayî yên li ser sînorê herêma Kurdistanê û li dijî kampên gerîlayên PKK’ê rawestîne.

 

Piştî êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ya li dijî kampên PKK’ê li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pêwendiyek telefonî de mijar xistine behs.

 

Derbarê pêwendiya telefonî de çavkaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê bo BasNewsê axivî û got ku Barzanî ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku bombebarana ser herêma Kurdistanê û kampên PKK’ê bide rawestandin.

 

Çavakanya navborî diyar kir ku Barzanî ji Davutoglu re gotiye divê pirsgirêk bi şêweyek aştiyane bêne çareserkirin û dabare helwesta xwe ya ji bo çareseriya aştiyê aniye ziman û gotiyeku ew dixwazin pirsa Kurd li Tirkiyê bi aştiyane bê çareser kirin, çek neyê bikaranîn.

 

Şevê din firokeyên artêşa Tirk çendîn qadên ser sînorê herêma Kurdistanê bombebaran kirin û medya Tirk jî îdîa kir ku Serokwezîr Davutoğlu derbarê mijarê de Mesûd Barzanî agahdar kiriye.