Print this page

PKKê 15 karker revand

RojavaNews :Hat zanîn ku gerîlayên PKKê li navçeya Silopî ya Şirnexê 15 karkerên ku madenê komirê de kar dikirin, revandine. 

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro danê sibê gerîlayên PKKê li nêzîkî çiyayê Cûdî li derdora navçeya Silopî ya Şirnexê, avêtin ser şantiyeya karkerên ku di madena komirê de kar dikirin.

Li  gorî agahiyan, gerîlayên PKKê piştî ku 6 kamyon şewitandin 15 karker jî bi xwe birin.

Piştî bûyerê hêzên artêşa Tirk dest bi operasyonê kirin.