RojavaNews : Li bajarê Hesekê çekdarên DAIŞê ji taxên bajêr derketin.
Ji duh ve YPGê baskê leşkerî yê PYD ê li eniya rojavayê bajar oprasyoneke leşkerî li dijî çekdarên DAIŞê pêktîne û li taxa Neşwe ya rojava 5 navend ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.
Li aliyekî din ve hêzên artêşa Esed û alîgirên wê karîbûn piştî şerekî bi çekên giran çend navendên DAIŞê di navbera herdu taxên Neşwe ya rojava û rojhilat de ji dest çekdarên DAIŞê derxînin, wek Meydana Serbazî û Goristana Xiwêran.
Her wiha balafirên Hevpeymanan hejmarek otombîlên leşkerî yên DAIŞê têk birin.