Print this page

YXCDKR girtina endamê xwe "Ekrem Xelef" şermezar dike

RojavaNews :Yekîtiya xwendevan û ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava di daxyaniyekê de îro, girtina endamê Yekîtiya xwe ji aliyê asayişa bi ser pyd ve şermezar kir

Li gorî wê daxyanî îro danê sibehê  asayişa pyd "Ekrem Xelef" endamê Ofîsa sekretariya YXCDKR li rêbendeke çekdarên PYD li ser riya Girkê Legê hate girtin, di dema ku ji Qamişlo ber bi Dirêkê  de diçû

Di dawiya daxyaniya xwe de YXCDKR daxwaz ji PYD kir ku dev ji ve kiryarên xwe birdin ji ber ku ew nakeve xizmeta milat û doza kurdî de, herwiha daxwaz ji PYD kirin ku bi zûtirîn dem endame wan serbest berde.

Nalin Hesen