Print this page

Li Qamişlo du teqîn çêbû

RojavaNews :Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 2 teqîn bi rêya 2 motorsîklêtên bombekirî çêbû û di encam de hêjmarek şehîd û birîndar hene.

Peyamnêrê Rojava News li Qamişlo ragihand ku teqîna yekem li nêzîkî demanxaniya Deham li kolana Kornîş li Qamişlo rûda, di encamê de 3zarok û pîremirekjiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha peyamnêrê Rojava News da zanîn ku teqînek din li nava bazara dewaran li gundê Cemaya yê bi ser Qamişlo ve çêbû û di encamê de kuştiyek û hin birîndar hene.

Li gorî peyamnêrê Rojava News, ku ew kesê xwekuj yê xwe li bazaar dewaran teqand ne hate kuştin, lê tenê lingê wî jêbû, û ji ber vê yekê xelekê wî gundî gelekî metirsîdarin

Nalîn Hesen