Print this page

Kobanî bi temamî ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin

Rojava News:  Hêzên Volkana Feratê, bajarokê Sirrînê li başûrê bajarê Kobanî ji destê DAIŞê derxistin.

 

Hêzên Odeya Operesyonên Volkana Feratê, bi piştevaniya balefirên şer yên hevpeymaniya navdewletî bajarokê Sirrînê bi temamî ji dest rêxistina DAIŞê derxistin.

 

Piştî ku bajarokê Sirrînê hate kontrolkirin, rêxistina DAIŞê bi temamî ji nav sînorên Kantona Kobanî hat derxistin.

 

Bajarokê Sirrînê derdora 40 km li başûrê bajarê Kobanî dikeve. Herdu neteweyên kurd û ereb tê de dijîn. Sirrîn nêzîkî 2 salan di destê DAIŞê de ma û çepera herî dawî ya çekdarên DAIŞê li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bû.