RojavaNews :Piştî êrîşên çekdarên rêxistina DAIŞê li ser bajarê Hesekê, ezmûnên zankoya Hesekê hatin li paşxistin û wê di bêncê meha bê careke din ew ezmûn berdewam bikin
Doktor Ferîd Sadûn ragirê kolêja Wêjeyî ya zankoya Hesekê ji ARKê re ragihand ku piştî taxa Neşwê û kolêja Wêjeyî ji destê DAIŞê hat derxistin wê carke din ezmûn berdewam bkin
Sadûn her wiha da zanîn ku di bêncê meha bê de wê ezmûnên kolêja Wêjeyî li kolêja Çandinyê bên pêşkêşkirin, her wiha ezmûnên kolêja Perwerdehiyê wê li kolêja Yasayî bên pêşkêşkirin, her wiha ezmûnên kolêja Endazyarya sîvîl û kolêja Aborî wê li kolêja zanistan bên pêşkêşkirin
ji alyekî din ve û ji bo fêrkirina vekirî"angu te'lîm meftûh" Sadûn diyar kir ku hîn demê ezmûnên wê xwendinê nehatiye destinîşankirin, û eger derfet hebe wê piştî ezmûnên fêrkirina hikumî " angu te'lîm nîzamî" bên pêşkêşkirin.