RojavaNews :Derbarî daxuyaniya ku ji aliyê pdk hatbû belav kirin ku tê de PDKê daxwaz dike, Mesûd Barzanî heta dawiya xûla 4ê ya Parlamentoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne , Norî birîmo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S wisa got: "ev daxwaz divê qonaxa hestiyar ku Kurdistan tê de derbas dibe mafek û erkeke"
Birîmo berdewam kir ku pêwîstiya kurdistanê bi kesatiya serok Mesûd Barzanî heye, çimkî Barzanî diplomasiyek dirust û serkeftî di warê pêwendiyên navdewlatî dimeşîne.
Navborî wisa gotinê xwe bi dawî kir "Barzanî gemya kurda ber bi aramiyê dibe da ku kurd ji vê derfeta zirîn sûdê wergirin, û Dewleta Kurdistanê ya serbixwe ragihînin"
Tê zanîn ku Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roja duh 28-7-2015 li Hewlêrê civiya û piştre daxuyaniyek derbarê proseya siyasî û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de belav kir, ku tê de PDKê daxwaz dike, Mesûd Barzanî heta dawiya xûla 4ê ya Parlamentoya Kurdistanê wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.
Nalîn Hesen