Print this page

Barzanî: Nabe Tirkiye li hember lêdana DAIŞê li kurdên Bakur û Rojava bide

Rojava news: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku, pêngava tevlîbûna Tirkiyeyê di hevpeymaniya navdewletî de girîng e, lê nabe ew tevlîbûn li hemberî lêdana kurdên Bakur û Rojavayê Kurdistanê be.

 

Duhî Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Bakir û şandekî pê re kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa dawî ya Tirkiyeyê û aloziya di navbera artêşa wî welatî û PKKê de kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê biryara Hikûmeta Tirkiyeyê ya ji bo beşdarîkirina di şerê li dijî DAIŞê de bi pêngavekî girîng û bi bandor da zanîn, lê tekez kir ku nabe ew tevlîbûn di hevpeymaniya navdewletî de li hemberî lêdana kurdên Tirkiye û Sûriyê be.

 

Barzanî di wê hevdîtinê de, her wiha dilgiraniya xwe ji ber têkçûna rewşê û pêşketinên leşkerî di navbera Artêşa Tirkiyeyê û PKKê de nîşan da û tekez jî li wê yekê kir ku ne Herêma Kurdistanê siyaseta PKK yan Tirkiye datîne, lê belê piştevaniya pêvajoya aştî û gotûbêjan e.

 

Mesûd Barzanî wiga got: “Şer çareseriyekî xerab e, em daxwaz ji herdu aliyan dikin ku vegerin ser bingeha pêvajoya aştiyê, ji ber ku aştî û xebata siyasî xizmeta berjewendiya gelê kurd û Tirkiyeyê dike.”

 

Ji aliyekî din ve, duhî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Ikhard Birus jî kir û di wê hevdîtinê de jî derbarê alozî û pêşhatên dawî yên di navbera Artêşa Tirkiye û PKKê de, Barzanî tekez kir ku li ser wê yekê helwesta Herêma Kurdistanê û Almanya nêzîkî hev e ku herdu alî dilgiran in ji serhildana şer û danustandina çendîn sal baştir e ji yek saet şer.

 

Barzanî di wê hevdîtinê de tekez kir ku hebûna kurdan li Tirkiye û navçeyê rastiyek e û divê hemû aliyek vê rastiyê bibînin. Herwiha da zanîn ku, ligel vê yekê de jî bi navê serxistina aştiyê pêwîst e aliyên kurdî jî bi rastbînane li pêşhatan binerin.