Rojava News: Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşhatên siyasî û ewlehî yên dawî yên navçeyê nirxandin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku, duhî danê êvarî Frank-Walter Steinmeier bi rêya telefonê pêwendî bi Barzanî re kir.
Di vê pêwendiyê de, pêşhatên siyasî û ewlehî yên dawî yên navçeyê nirxandin, herwiha behsa hevkariyên mirovî û leşkerî yên welatê Almanya bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kirin.
Her di vê pêwendiyê de têkeliyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Almanyayê de hatin nirxandin.