Rojava News: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber bilindbûna pileya germiya hewayê li Başûrê Kurdistanê dê 2 rojan bêhnvedana fermî be.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îşev di daxuyaniyekê de ragihand, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku maweya du rojan li seranserî Herêma Kurdistanê li hemû dam û dezgehên fermî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî be.
Sefîn Dizeyî got: “Ji ber bilindbûna pileya germiya hewayê hikûmeta biryar daye her du rojên Şemî û Yekşemî ya were bêhnvedana fermî be li hemû dam û dezgehên hikûmî li Herêma Kurdistanê.”
Tê zanîn, di demsala havînê de pileya germiya hewayê li Başûrê Kurdistanê gelek zêde dibe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber paratsina tendirustiya hevwelatiyan neçar dibe, hinek rojan bêhnvedna fermî rabigihîne.