Rojava News: Cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê: “Danîna çekan û şopandina rêkên deokratî mercên serekîne bo piroseya aştiyê.”
Îro 29 Temûzê li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê Ferîdon Sînêrlî û şanda li gel wî kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekariya herêmê û şerê li dijî DAIŞê hate gotûbêj kirin, cîgirê wezîrê derive yê Tirkiyê amaje bi rewşa hestiyar a navçeyê û rêkeftina Tirkiyê a vê dawiyê li gel Amerîka kir derbarê şerê li dijî DAIŞê û hûrgiliyên vê rêkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re eşkere kir.
Herwiha Ferîdon amaje bi wê jî kir ku armanca tirkiyê ji vê biruarê şikandina DAIŞê û vegera xelkên penaber bo deverên xwe û gihandina alîkariyên mirovî bo wan ne.
Di dirêjeya gotina xwe de cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand ku Tirkiyê bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinere û wê wek fakterekî aramiyê li herêmê dibîne û dê berdewam be li ser pêşxistina peywendiyên xwe li Herêma Kurdistanê.
Derbarê pirsgirêka di navbera Tirkiyê û Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) navborî ji Barzanî re ragihand ku derî li Tirkiyê bo her aliyan vegiriye û çi kesê bixwaze pêbendî