RojavaNews :Wezîrê Derve yê Fransa yê berê Dr. Bernard Kouchner di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê dilgiraniya xwe li hember rêjeya alîkariyên welatê xwe bo kurdan nîşan dide û dibêje, ew alîkarî pir kêm in û ne di asta pêwîstiyê de ne.
Her wiha li ser pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê Kouchner nerîna xwe da û got Ew erkê kurdan e, ku guhertinê bikin. Eger dixwazin bila guhertinê bikin. Eger pêşniyarên din hene bila ligel dijbereya berê binirxînin, lê ez zanim rola dîrokî ya Barzanî çi ye û çawa bi zelalî biryar daye ku beriya her tiştî xebatê bo serxwebûnê bike û di heman demê de jî şerê DAIŞê jî bike.
Gotina xwe wisa berdewam kir YNK û Goran niha kesekî dîrokî di nava wan de tune ye, ji ber ku Celal Talebanî êdî nikare rola xwe bibîne
Kouchner li ser rêkeftina Sykes Picot axivî û got êdî tiştek bi navê rêkeftina Sykes Picot nema ye û ew sînorê ku di nava welatan de hatibû xêzkirin, bi dawî hatiye. Bi nêrîna min, di çend salên bê de, dê çend perçekirinên cuda pêk werin.
Bernard Kouchner,. Yek ji damezrênerê rêxistina Pijîşkên Bêsînor e û Wezîrê Derve yê Fransa yê berê.