Rojava News: Rêveberê giştî yê Êzîdîyan li wezareta ewqaf û karubarên ayînî li herêma Kurdistanê ragîhand heta niha ji nêzîkî şeş hezar Êzîdyên ji alîyê Daişê ve hatine revandin ku bêtirîya wan jin û zarok bûn, du hezar û çarde Êzîdî hatine rizgar kirin.
Xeyrî Bozanî got: li dûv amarên li ber destê wan, her ji Tebaxa sala bihûrî heta niha hijmara Êzîdîyên ketîne destê Daişê pênc hezar û heşt sedu sîh û heşt kesin. Ku bêtirîya wan jin û zarokin.
Bozanî got jî piştî şerê Daişê niha çarsed hezar Êzîdî ji ser cih û warên xwe koçber bûne ku bêtirîya wan xelkê deverea Şingalêne.
Got jî her kes û alîyekê bazirganîyê bi jinên Êzîdîyan dike dê navên wan bên aşkere kirin û dîyar kir jî ku Ereb, Kurd, Êzîdî, Amerîka û Awropî jî dinav wan kes û gruban da hene.