Rojava News: Di encama êrişa balafirên Tirkiyê de 3 welatiyên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û herî kêm kesek jî birîndar bû.
Balafirên şer tên Tirkiyê ji duh êvarê ve heta nîvê şeva borî li kamp û çeperên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dan.
Li gor agahiyên ji heremê: balafirên şer ên Tirkiyê îro danê sibê derdora saet 04:00 bi hêceta hebûna kampên PKKê, li gundê Zergelê li bintara çiyayê Qendîlê dan.
Hat zanîn; di encama êrişa balafiran de 3 gundî (2 zilam û jinek) mirin û keçek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên wî jêderî, heta niha ti kes bi hawara wan ve neçûye.