Print this page

Li Serêkaniye zarokek bi bermayiyê DAİŞê birîndar bû

 

Rojava News: Li sere Kaniyê zarok  li kolanê dema yare dikin rastî paşmayiyê DAİŞê tên û pê dileyizin, di encama teqîna yek guleye de zarokek birîndar bû.

 

Li gor zanyariyên heremê:  30ê tirmehê Zaroka bi nave Newaf Hesen Şihade ku temenê xwe 10 saliye dema ku li erde kî vala ji xwe re dilîst û fîşekên vala ji xwe re komdikir rastî guleye ke B-7  tê,   ew guleya B-7di destê wî de diteqe û bigiranî birîndar di be.

 

Malbata Newaf Hesen Şihade bi eslê xwe erebe ji taxa Neşwa a bajarê Hesekê koçberî bajarê Til Temir bi bûn.