RojavaNews :Şoreşa Sûriyê di 15ê Avdara sala 2011an de li Derayê destpêkir û ji wir belav bû, heta ku gihişte bajarên Rojavayê Kurdistanê, lê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê rojeke din ji bo destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê diyar kiriye û navê wê kiriye " Şoreşa Rojava".
19ê Tîrmehê çi ye?
Di roja 19ê Tîrmeha sala 2015an de partiya PYDê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê şoreşa xwe bibîr anî, ku ew dibêjin li bajarê Kobanê destpêkiriye û gihiştiye hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê, lê gelek welatiyên Rojavayê Kurdistanê dipirsin.. Gelo ew şoreş li dijî kê bû? Ji bo çi hat lidarxistin? Gelo ew şoreş bi dawî hatiye yan na?
Şoreşa PYDê li dijî kê bû
PYDê dibêje şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango ya wan di 19ê Tîrmeha sala 2012an de li Kobanê destpêkiriye û gihiştiye hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û li dijî rêjîma Esed bû, lê çalakvanekî bajarê Qamişlo dibêje: “Ew şoreş tenê radestkirina desthilatê ji aliyê rêjîmê ve bo PYDê û tenê şanoyek bû di navbera rêjîm û PYDê de."
Wî çalakvanî her wiha got : “ Di şoreşa ku PYDê bi nav dike şoreşa Rojava, tu fîşekek nehatiye teqandin û hêj rêjîm weke xwe li bajarên Qamişlo û Hesekê dimîne û ji berê bihêztir e, ma gelo ka şoreşa PYDê?
Wî çalakvanê Qamişlo her wiha got:" PYDê dibêje şoreşa wan li dijî rêjîmê bi dawî hatiye, lê ji ber çi heta niha PYDê bîrên petrolê yên rêjîmê li Rimêlan, Siwêdiyê û Qereçox diparêze? Ma gelo ji ber çi heta niha hemû berhemên genim, nîsk û ceh ji bo rêjîmê tê firotin? Ma gelo eger şoreş bidawî hatiye divê rewşa xelkê baştir bibe ne ji berê xirabtir bibe .Çima xelk koçber bûne? ji ber çi xelk venagere malên xwe eger rêjîm nemaye?
Serdanên berpirsên rejîma Esed bo Rojavayê Kurdistanê
Ji alîkî din ve û li gor çend vîdyoyên hatin belavkirin ku hêj serdanên berpirsên pilebilind yên rêjîmê ji bo bajarên cuda yên Rojavayê Kurdistanê di van herdu salên bûrî de berdewamin .
Di Îlona sala 2013an de wezîrê petrolê yê rêjîma Esed Silêman Ebas serdana bajarê Rimêlan kir û bi berpirsên PYDê û çekdarên berevaniya niştîmanî yên Mihemed El-Faris û hin hêzên Xiristiyanan re civîn pêk anîn û li ser dabeşkirina nefta deverê lihevkirin ku di wê demê de hemû alên PYDê li ser avahiyên bajarê Rimêlan bi rengê şîn hatin rengkirin .
Her wiha di destpêka meha Avdara îsal de serokê lihevhatina niştîmanî ya rêjîma Sûriyê Elî Heyder serdana bajarên Qamişlo û Amûdê kir û ligel berpirsên rêveberiya ku PYDê ragihandiye civiya û li ser hin tiştan lihevkirin.
Di 15ê meha Hezîrana îsal de jî serokwezîrê hikûmeta rêjîma Esed Wail El-Helqî bi şandeke fermî ku ji çend berpirsên pilebilind yên rêjîmê pêk dihat serdana bajarên Qamişlo û Hesekê kir û bi serbestî di nava herdu bajaran re geriyan û Milyarek û 365 Milyon L.S ji bo parêzgeha Hesekê terxan kir.
PYDê dibêje şoreş li dijî rêjîmê hatiye encamdan, wezîrê bergiriya rêjîma Esed û serokê ofîsa parastina netewî Elî Memlok û emîndarê qutrî yê partiya Beis Hîlal Hîlal û gelek berpirsên din jî serdana bajarên Rojavayê Kurdistanê kirine.
Rejîma Esed li Qamişlo ye
Tevî van serdanên berpirsên rêjîma Esed ji bo bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê, hîn leqên ewlehiya rêjîma Esed jî li bajarên Qamişlo û Hesekê vekirî ne û rêjîm karê xwe ji berê baştir dike û hîn di dema ku bixwaze û li cihê ku bixwaze xwepêşandanan ji bo piştgiriya Beşar El-Esed û artêşa wî lidar dixe.
Rejîm samanên Rojavayê Kurdistanê ji bo xwe dibe
Piştî derbasbûna 3 salan ji şoreşa PYDê ku bi nav dike “ Şoreşa Rojava", hîn genim û cih û berhemên Cizîra Rojavayê Kurdistanê ji bo rêjîmê tê firotin û xelkê wê nanê kapik û ji bermayê genimê xwe dixwe, û tenê hêzên PYDê berevaniyê di ber bîrên neftê de dikin û nef û xaza deverê rêjîm ji xwe re dibe û hîn zeytonên Efrînê ji bo rêjîmê tê firotin û serdanên berpirsên rêjîmê jî, ji bo bajarên rojavayê Kurdistanê jî zêdetir bûne.
Sebah Reşîd