RojavaNews :Ismail Awla Qadir mixtarê gundê Zergelê di lêdwanekê taypet ji Rojava News re ragihand ku "Balafirên şer yên Tirkiyê şeva borî navandên PKK li çiyayê Qendîlê bombebaran kirin, û deredora demjêmir 4ê vê sibehê Balafiran gundê Zergelê yê bi ser navçeya Soran ve bombebaran kirin, û di encamê de 6 walatiyên wî gundî şehîd bûn û zêdetitî ji 10 kesên din jî birîndar ketin û ez jî yek ji wan birîndar me".
Navborî berdewam kir :em êrîşên Tirkiyê li ser gundê me bi tundî şermezar dikin, em wekû sivîl ne beşekin di şerê di navber Tirkiyê û Pkk de, lê herdû alî rêzê li me nakin û malê me dirûxînin.ez nizanim Tirkiyê bi çi awaiyê maf dide xwe ku male me wêran bike?
Derbarî sedemên ku Tirkiyê gûndê Zergelê bombebaran dike "Ismail Qadir" eşkera kir "ku pkk Qendîl kiriya navanda derxistina biryarên xwe (angu Qendîl beramber Tirkiyê) ez bixwe ne me zanim ka Qendîl bûya çi? Ji bo çi bi dehan kesên sivîl bûne qûrbanî, û berya niha jî dû welatiyên din ji gundê me şehîd bûn di encama êrîsên balafirên Tirkiyê , mêxabin PKK rêzê li me nake û xwe di nava gundan de vedşêrin,ji ber vê yekê em rastî êrîşan tên".
Di dawiya gotinên xwe de Qadir wiha axivî "em hêvî dikin ku doza kurdî li bakûrê kurdistanê bi riya aştiyê were çareserkirin ,û divê Pkk berdewam be di pêvajoya aştiyê ya ku Ocelan û HDP destpê kirbû, û em daxwazê ji Tirkiyê dikin ku vegerin pêvajoya çareseriyê".
Nalîn Hesen